Serokê Srî Lankayê piştî ku xwepêşander avêtin ser baregeha fermî direve
Cîhan 04:35 PM - 2022-07-09
Li Srî Lankayê ya ku krîza aborî lê heye, bi hezaran kesan girt bi ser qesra Serokê Dewletê Gotabaya Rajapaksa de.
Xwepêşandêrên ji çar aliyên welêt, bi mehan e birêvebirina ne baş a krîza aboriyê protesto dikin, vêca bi daxwaza îstifakirina Rajapaksa meşiyan ber bi Kolomboyê ve.ûçûn cihê avahiyên hikûmetê lê ne, diruşmên wek ‘’Here mala xwe!’’ berz kirin û ji barîkatên polîsan derbas kirin û xwe gihandin qesra Serok Rajapaksa.
Polîsan, ji bo pêşiya ketinê bigirin, gule berdan hewayê, gazên firmêskrêj reşandin.
Rayedarekî leşkerî yê li ser mijarê agahî da got: ‘’Serok li cihekî ewle ye.’’ Û hat diyarkirin ku serokê dewletê hêj jî ji aliyê yekîneyeke leşkerî ve tê parastin.
Di weşana zindî ya Facebook’ê ya di hundirê avahiyê de tê dîtin ku bi sedan kesên xwepêşander, ketine eywan û odeyên qesrê, bi sedan jê jî li ber qesrê diçin û tên.
Berdevkê nexweşxaneyê yê ji servîsa Sînhala ya BBC’yê re axivî, got ku hem ji hêzên ewlehiyê hem jî ji xelkê serîhildêr bi giştî 33 kes birîndar bûne û li Nexweşxaneya Neteweyî ya Srî Lankayê ya li Kolomboyê tên dermankirin.
Ji ber geşepêdanên qewimîn, serokwezîr Ranil Wickremesinghe, ji bo guftûgokirina krîzê, bi lezgînî gazî li serokên partiyên siyasî yên li Srî Lankayê kir û ji Serokê Meclîsê xwest ku parlamentoyê li hev bicivîne.
Hikûmet ketiye hewila peydakirina sotemeniyê bi kredî lê heta niha negihîştiye mexseda xwe.
PUKmedia/Ajansan
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin
05:23 PM - 2024-05-10
YNKê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên bazara Qeyser a Hewlêrê dike
02:13 PM - 2024-05-10
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 10 milyar e
09:55 AM - 2024-05-10
zortrin xwendraw
-
Li hember zilma li ser cotkarên gundê Palkana bêdeng nemînin
Kurdistan 10:02 PM - 2024-05-10 -
YNKê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên bazara Qeyser a Hewlêrê dike
Kurdistan 02:13 PM - 2024-05-10 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 10 milyar e
Kurdistan 09:55 AM - 2024-05-10 -
Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin
Kurdistan 05:23 PM - 2024-05-10