Serok Bafil: Rêkeftin û hevsengî wê kêşeyan çareser bikin

Kurdistan 06:43 PM - 2022-07-06

Serok Bafil Celal Talebanî di dema dîdara bi Xiz Elî re wiha got: Rêkeftin û hevsengî wê kêşeyan çareser bikin.

Îro roja çarşemê 6-7-2022`an li bajarê Bexdadê di mala serok Mam Celal de, serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî pêşwazî li emîndarê giştî yê Esayib Ehil Heq Qeyis Xiz Elî kir.

Her weha herdu aliyan Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî û Qeys Xiz Elî li ser girîngiya bicihanîna riyên yasayî û desturî piştî pêkanîna hikûmeteke bihêz ku bikanibe baştirîn xizmetê ji welatiyan re pêşkêş bike û di xizmeta berjewendiyên welat a bilind de be.

Her di wê dîdara du qolî de, Serok Bafil Celal Talebanî tekez kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqa federalê, gelek hewildanan dike û em li ser rêça serok Mam Celal diçin ku çawa xizmet bi hemû Êraqiyan kir û em jî her weha dikin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket