Erkdarkirina Kurd Nazim El-Zehawî wek wezîrê darayî yê Brîtanyayê

Cîhan 12:17 PM - 2022-07-06

Hikûmeta Brîtanya ragihand ku Nazim El-Zehawî wek wezîrê darayî hatiye destnîşan kirin, ji ber ku ew dê ji posta xwe ya wek wezîrê perwerdeyê derkeve û Michelle Donelan li şûna wî were erkdarkirin.

El-Zahawî di 15ê Îlona 2021ê de wek Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Perwerdeyê hat tayînkirin û Nazim El-Zahawî dê li şûna Rişî Sunak, ku ligel Wezîrê Tenduristiyê yê berê Sacîd Cawîd, roja Sêşemê dest ji kar berdana xwe ragihandibû.
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson got ku ew ji ber îstifakirina Javid û Sunak xemgîn e".
Serokwezîrê Brîtanî derbeke mezin xwer piştî ku du wezîrên wî yên payebilind îstifayên xwe ragihandin, û got ku ew êdî nikarin ji bo hikûmetek ku di nav rezîlbûnê de ye bixebitin piştî ku cîgirê serokê partiya muhafizîn ya karûbarên Chris Pincher îstifakirina xwe ji posta xwe roja Pêncşema borî ragihand. Pincher di nameyekê de ji Johnson re got, "Min şeva borî pir vexwar û min xwe û yên din şermezar kir."
El-Zehawî Kurd e, di sala 1967 de li Bexdadê ji dayik bûye, lê li rojhilata Sussex li başûrê Londonê mezin bûye.
Li gor malpera BBC, El-Zehawî li Bexdayê ji dayîk bûye û di neh saliya xwe de tevî malbata xwe çûye Brîtanyayê û xwendina xwe li Koleja King li Wimbledon û xwendina xwe ya zanîngehê li University College London qedandiye, zewicîye û xwediyê sê zaroka ye.
Al-Zahawî hev-avakara ajansa lêkolîna bazarê ya serhêl YouGov kir, û CEOyê wê bû heta ku ew wek berbijarekî muhafezekar di Parlemanê de hate destnîşankirin.
Di sala 2018an de di hikûmeta Theresa May de bû wezîra perwerdeyê û di hikûmeta Boris Johnson de jî wek sekreterê bazirganiyê hat tayînkirin, lê bi awayekî demkî dest ji piraniya erkên xwe berda û di navbera Wezareta Karûbar, Enerjî û Stratejiya Pîşesazî û Pîşesazî de wek wezîrê hevbeş kar kir. Wezareta Tenduristî û Refahê.

PUKmedia / Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket