Washington: Êraq hevkarê me yê herî stratejîk e li herêmê

Êraq 11:31 AM - 2022-07-06

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham tekezî li ser giringiya pêşvebirina demokrasiyê li Êraqê kir û tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi piştevaniya Êraqê kir, ku giringtirîn şirîkê stratejîk ê Amerîka li navçeyê ye.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdadê de îro Sêşemê hat ragihandin, Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di rojên çar û pêncê Tîrmehê de serdana Êraqê kir û ligel berpirsên payebilind ên hikûmeta Êraqê bicive û li ser hevkariyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehiyê yên ligel Hikûmeta Êraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku, Senator Graham ligel Balyoza Amerîka li Êraqê Alina Romanowski roja 4ê Tîrmehê li Bexdadê ligel serokwezîr Mistefa Kazimî, Serokomarê Êraqê Berhem Salih û serokê parlamentoyê Mihemed El-Helbusî û roja pêncşemê 5ê Tîrmehê senator Graham û balyoz Romanowski li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di hevdîtinên xwe de Senator Graham piştgiriya xwe ya ji bo pêşiyên stratejî yên Amerîkayê yên li Êraqê, pêşxistina aramî û geşbûna aborî, bihêzkirina demokrasî û desthilatdariyê, dabînkirina ewlehî û serweriyê nîşan da."
 Li gorî daxuyaniyê, senator tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi Êraqê kir ku yek ji girîngtirîn şirîkên stratejîk ên Amerîkayê li navçeyê ye û tekezî li ser giringiya bihêzkirina demokrasiyê li Êraqê kir. Ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Amerîka û Êraqê de li gorî Rêkeftina Çarçove ya Stratejîk, di nav de bi rêya alîkariyên mirovî, aramî, hevkariya aborî, hewlên dijî gendeliyê, parastina mafên mirovan, bihêzkirina jinan, û danûstandinên akademîk û çandî.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket