Artêşa Tirkiyê 4 gundên Minbicê dane ber topan

Cîhan 01:14 PM - 2022-07-03

Artêşa Tirkiyê gelek gundên li bakur rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Um Edse, Um Cilûd, Seyade û Bak Wêran ên bakur rojavayê Minbicê bi top û hawanan topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, topbaran didome û heta vê gave 15 top li herêmê ketine.Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku ev gund tijî xelkên sivîl in.
Hêjayî gotinê ye ku topbarana li ser gundên Minbicê hemwextî bombekirina navenda bajarê Til Rifet ê kantona Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket