Tundiya li dijî jinan...di navbera guhertina yasayî û hişmendiya civakê de

Rêportaj 11:49 AM - 2022-06-29

Di van demên dawî de li bajarên Herêma Kurdistanê bûyerên tundiyê li dijî jinan zêde bûne, ku hinek ji wan hevjîna xwe şewitandine û hinekan jî xwişka xwe bi hincetên cuda kuştine, van bûyeran bandoreke mezin li civaka Kurd kir ku heta niha nebûye şahidê bûyerên bi vî rengî.

Guhertina qanûna rûbirûbûna tundiya li ser jinê
Di çarçoveya amadekariyên berdewam bo serrastkirina yasaya rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan li Herêma Kurdistanê, Rêveberiya giştî ya rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan û malbatê tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna van bûyeran yên ku di heyama dawî de zêde bûne, kir.
 Rêvebirê Giştî yê Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Dijî Jin û Malbatê Fînik Şefîq ji PUKmedia`yê re ragihand: Bi armanca rawestandina zêdekirina bûyerên kuştin û tundûtûjiya nav malbatê, ev demeke gotûbêj di navbera Parlamentoya Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl de derbarê rêyên rêyên guhertina qanûna rûbirûbûna tundiya li ser jin û malbatê ,tê kirin.
Wê got jî: Di yasaya rûbirûbûna tundûtîjiya dijî jin û malbatê de çend bend hene ku pêwîste bên serrastkirin û divê em tundûtîjiya li dijî keç û jinan di nav malbatê de yan jî derveyî malbatê bişopînin.Û got bi vê guhertinê em hewl didin bûyerên tundiyê yên ku di heyama borî de zêde bûne, bi taybetî bûyerên destdirêjiya sêksî, kuştin, gef û bikaranîna teknolojiyê ji bo şantajkirina jinan, kêm bikin ku dihêlin jin neçar bin xwe bikujin."
Wê amaje bi wê yekê jî kir: Em jî bi rêxistinên civaka sivîl re hewl didin ku rola Dozgeriya Komarê û saziyên hikûmetê di rûbirûbûna diyardeya tundûtûjiya li ser jinan, bilindkirina hişyariya civakê û dayîna roleke zêdetir ji wezaretên perwerde, xwendina bilind re, aktîv bikin. Xebat û Karûbarên Civakî, Desteya Bilind a Jinan û Wezareta Karên Hundir bi taybet Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê.
Fînk Şefîq got: Daxwaz ji bo tundkirina cezayên li ser tometbarên tundûtûjiya li dijî jinan û pêkanîna wan di qanûnê de heye, û em hemû hevbîr in ku nayê destûr kirin ku ew kesên ku bi tundî li dijî jinan hatine tawanbarkirin bên veşartin. lê divê radestî darazê bên kirin da ku cezayê wan yê adil werbigire.

Hişmendiya civakê kêm e
Çalakvana mafên mirovan û jinan Xanim Taniya Kemal ji PUKmedia`yê re ragihand: Tundûtûjiya li dijî jinan heye, bûyerên kuştin û destdirêjiyê li ser jinan hene ku di qonaxa niha de zêdebûna.
Got jî: Gelek sedem hene ji bo zêdebûna dosyayên tundûtûjiyê li dijî jinan, ku ya herî diyar jî kêmbûna hişyariya civakê ye û ji bilî nekarîna jinan ku bi serê xwe serbixwe bin, ligel hikûmet, rêxistinên civaka sivîl û navdewletî. Rêxistinên ku rastiya jinan paşguh dikin, nemaze ji ber mijûlbûna wan di salên borî de bi mijara rûbirûbûna terorê û şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û balkişandina li ser qurbaniyên terorê û awareyan, herweha di salên borî de em rastî belavbûna  vîrusa Koronayê hatine, ji ber vê yekê rêxistin felc bûne û nekarîne çalakiyên xwe di pêşxistina rastiya jinan de bidomînin.

 

Divê qanûn bê guhertin û bersûc bên cezakirin
Çalakvana mafên jinan Awîzan Nûrî ji PUKmedia`yê re ragihand: Belê, divê yasa were guhertin ji bo kêmkirina diyardeya tundiya li ser jinan.

Wê diyar kir: Ev pêngaveke gelek başe û bê guman eger rêkar bên tundkirin, bûyerên tundûtûjiyê kêm dibin, divê em rêkarên li dadgehan jî tundtir bikin û rê li ber têgihiştinên ku li derveyî dadgehan dibin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û azadkirina tawanbaran.

Zilam jinan ji xwe kêmtir dibînin
Rojnamevan Hîran Helwan dibêje: Di heyama borî de diyardeya tundûtûjiya li dijî jinan li Herêma Kurdistanê zêde bûye û bi rastî bûye pirsgirêkeke mezin a civakî û eva jî ji ber wê yekê ye ku piraniya mêrên civaka me hest dikin ku pileyên wan ji jinan bilindtirin.
Wê got jî: Bi baweriya min serrastkirina yasayê ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan dibe alîkar bo kêmkirina bûyerên tundiya li dijî jinan, lê ev yek di haletan de tê kirin ku yasa bi awayekî rast û bi bandor tê cîbicîkirin.


Diyardeya kuştina jinan bûye adet
Rojnamevan Jîner Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand: Mixabin diyardeya kuştina jinan li Herêma Kurdistanê bûye adet, ji ber ku jin rastî tundûtûjiyê ji aliyê endamên malbatên xwe yan jî kesên nêzîkî xwe ve tên û ev yek jî bûye sedem ku jin hest bi rewşa ne aramiyê di nav civakê de bikin.

Wê amaje bi wê yekê jî kir: Ev mijar pêwîstî bi rawestîneke rastî heye, ji ber ku eger jin di nava malbat û civaka xwe de xwe ewle nebîne, ev yek dê bibe sedema rewşên gelek xirab, ji ya ku me heta niha dîtiye.
Dewlet ji parastina jiyana jinan berpirsyar e
Herweha Jîner Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand: Dezgehên hikûmetê di serî de ji parastina jiyan û aramiya jinan berpirsyar in, ji ber wê jî divê bernameyên tund ji bo rêgirtina li zêdebûna diyardeya kuştina jinan li Herêma Kurdistanê pêk bînin.
Wê amaje bi wê yekê jî kir: Bê guman guhertina yasaya rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan pêwîst e, ji ber ku amar bi me dide zanîn ku li Herêma Kurdistanê bûyerên tundûtûjiya li dijî jinan gelek zêde bûne.

Pêkanîna qanûnê ji guhertina wê girîngtir e
Rojnamevan Jîner tekez dike ku, serastkirina yasaya rûbirûbûna tundiya li ser jinan pêwîst e, lê cîbicîkirina yasayê girîngtir e û bêguman ev yek dê bibe sedema kêmbûna tundûtûjiya li ser jinan li Herêma Kurdistanê.
Wê got: Nabe dozên lihevhatinê di navbera alîgir û mexdûran de bên hiştin, ji ber ku ev halet rê li sepandina yasayê digirin û dibin sedema zêdebûna metirsîdar û mezin a dozên tundûtûjiyê. Rêxistinên civaka sivîl jî divê ji bo rûbirûbûna zêdebûna bûyerên şîdeta li ser jinan bi awayekî cidî bixebitin û zextê li hikûmetê bikin da ku kesên şîdetê li jinan dikin ceza bike da ku ji kesên din re bibe mînak.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket