Li Herêma Kurdistanê destpêkirina ezmûnên dawî yên qonaxa 12emîn a amadekariyê

Perwerde 11:58 AM - 2022-06-27

Roja duşemê 27/6/2022, ezmûnên qonaxa 12 amadekariyê li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê dest pê kir, ezmûn dê mehekê bidomin îro serê sibê demjimêr di 07:30 de dest pê kirin.

Wezareta Gihandin û Veguhastinê ya Herêma Kurdistanê pêştir ragihandibû, ji bo rêgirtin li proseya xapandinê di dema ezmûnên dawî, xizmetguzariya Înternetê li seranserê herêmê qut bûye.
Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand ku PUKmedia`yê wêneyek jê wergirtiye: Bi çavdêriya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê û li ser daxwaza Wezareta Perwerdeyê û ji bo rêgirtin li xapandinê di dema pêkanîna ezmûnên dawî de. bo xwendekarên pola 12an, wezaret bi hevkarî li gel kompanyayên xizmetguzariya Înternetê, dê xizmeta înternêtê li seranserî Herêma Kurdistanê qut bike.
Û wê got jî: qutkirin dê ji sibe duşemê 27ê vê mehê û di demjimêrên 6:30 sibê heta 10:30 sibê, û ji bo hemû torên înternetê dest pê bike, û diyar kir ku faktora alîkar a sereke ji bo sextekarî bi rêya torên înternetê ye.
107 hezar û 135 xwendekarê beşdarî îmtîhanên qonaxa 12emîn a amadekariyê bibin ku li 2 hezar û 175 salonên îmtîhanê hatine dabeşkirin.
Li Silêmaniyê Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir û Rêveberê Giştî yê Perwerdeyê Dilşad Omer salonên ezmûnan çavdêr kirin.
Heval Ebûbekir di kongirekî rojnamevanî de got: ku wî serdana çend salonên îmtîhanê kir, ku rewşwkw guncaw ji xwendekaran re peyda kirin, û amaje bi wê yekê jî kir ku yekîneyên ewlehiyê ketine rewşa amadebaşiyê, bi girtina hemû tedbîran ji bo dabînkirina ewlehiya xwendekaran.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket