Bi wêne, Di roja penaberan de, rêz li Mekteba Ragiahndinê hat girtin

Kurdistan 06:47 PM - 2022-06-21

Duh roja 20-6-2022`an li bajarê Silêmaniyê roja penaberên Cîhanî hate pîroz kirin.

Her weha di Salona Kurdistanî new de, roja cîhanî ya penaberan bi semînarekê hate pîroz kirin ku ji aliyê Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve hate lidarxistin.

Di wê barê de, serpereştyara komîteya amadekar ya yadkirina roja cîhanî ya penaberan Zêwa Mihemed Xelef ji PUKmedia`yê re ragihand: Di dawiya semînarê de, ji ber alîkarî û helwestên merdene, çendîn sazî û dibistanên ku xizmetî penaberan kirine hatin xelat kirin ku di nav wan de, Mekteba Sikirteriyeta Serok Mam Celal, Mekteba Ragihandina YNKê, Mekteba Peywendiyên Kurdistanî, Mekteba Rêxistinên Demokratîk û Dezgeha Lûtke ya karûbarên penaberan, Rêxistina CDO, Rêxrawa Pêkvajiyan, Rêxistina Hawar ya Civaka Sivîl, dibistanên Rojavayê Kurdistanê, Kobanê, Meştenûr, Mam, Serîkanî, Efrîn, Hawar, Amûdê, Berxwedan, Dêrik, Xabûr, Girê Spî hinek rêxistinên din bûn.

Hêjayî gotinê ye ku kerta rêzgirtina Mekteba Sikirteriyeta Serok Mam Celal ji aliyê xebatkar û siyasetvanê Dêrîn heval Yusif Zozanî ve hate pêşkêş kirin ku kak Şerîf bi navê Mekteba Sikirteriyeta serok Mam Celal wergirt.

Her weha bawernameya rêzgirtina Mekteba Ragihandinê jî, ji aliyê siyasetvan Elî Şemdîn ve hate pêşkêş kirin ku xato Taniya bi navê mekteba ragihandinê wergirt.

Her weha bawernameya rêzgirtina Mekteba Rêxistinên Demokratîk ji aliyê parêzer Suad Heftaro ve ji nûnerê Rêxrawademokratiyan kak Sîrwan Celal re hate pêşkêş kirin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket