Hinara Tajdîn...HEVALA QELEMÊ

Wêje û Huner 05:47 PM - 2022-06-21

Bona te bûme bilbil û aşiq,

Cot çevên reş undakir îşiq,

Bûme hevala ewê qelemê Çi ku hebû daye dinê alemê,

Bona ewê bejna teye tîtal,

Çirpand kulîlkê sorgule al,

Pelê nazike kaw yek bi yek Her yek minra bûn helbestek,

Minra bûne hulm,bîna min, Hekîm û lokmanê dilê min,

Min dest şûştiye hemî karî Min geleka undakir bawarî,

Ketime dewê tevî pênûsê,

Min da pey persîva û pirsê,

Şûnda nazvirin rojên berê Ne jî ken û laqirdiyên yarê,

Bûme dijminê dilê tey evîn, Belasadebû ez te xeyîdîm,

Dilo, hejaro, îdî bê feydaye Feleka har benda min,teye, Me ne tû wexte, ne jî tû çaxe,

Çilmisîye bejna teye qibraxe,

Bisene benda rojên dawîyê Ew ne dûre, nêzî min û teye...

Hinara Tajdîn

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket