Li Salona Kurdistanî New roja penaberan hat pîroz kirin

Kurdistan 06:00 PM - 2022-06-20

 Li Salona Kurdistanî New ya Mekteba Ragihandina YNKê roja penaberan hat pîroz kirin.

Îro roja duşemê 20-6-2022`an li bajarê Silêmaniyê di Salona Kurdistanî New de, semînarek derbarê roja cîhanî ya penaberan birêve çû.

Her di wê barê de, endama lîjneya amadekar Roşîn Sîdo ji PUKmedia`yê re ragihand; Me wek Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, îro roja duşemê20-6-2022`an, bi boneya roja cîhanî ya penaberan dest bi gelek çalakiyên cuda cuda kir.

Li vir Salona Kurdistanî New, semînarek hat lidarxistin û têda gotarên alî û rêxistinan hat pêşkêş kirin û di dawiyê de jî, kertên rêzgirtinê ji wan alî û mekteb û dibistanên alîkarbûne re hate dayîn.

Roşên aşkire kir ku li Bazyan, bi hemahengiya Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê li gel Rêxistina Rîçê dest bi çalakiyeke derbarê rewş û çand û hunera kurdî yê Rojavayê Kuridstanê hat kirin û li Kampa Barîkae ya Rojava li Erbetê jî, Rêxistina Mîr Ko û Dezgeha Lûtkeyê li gel Encûmena me û li gel DMCR û rêvebriya kampê bêhtir ji 2000 sepetên xwrakê bi ser penaberên kampê de dabeş kirin.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket