Yekem xola perwerdeya zimanê ermenî dest pêkir

Kurdistan 08:57 PM - 2022-06-12

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingehê perwerdekirina bi parastina zimanê dayikê û parastina çanda gelan, îro Meclisa Civaka Ermen a Bajarê Hesekê li Dibistana Zat El-Nîtaqeyn perwerdeya zimanê ermenî da destpêkirin.
25 xwendekarên ji pêkhateya Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li perwerdeyê bûn ku dê 3 mehan bidome.
Rojane ji saet 08:30`ê sibehê heta saet 12:30`an piştî nîvro dê waneyên teorî û pratîk werin dayîn.

Têkildarî girîngiya zimanê ermenî mamosteya zimanê ermenî Losîn Ardemiyan got: "Girîngiya zimanê ermenî di parastina çanda Ermenan de ye."
Losîn anî ziman ku armanc ji vekirina vê perwerdeyê ew e ku zarokên vê pêkhateyê fêrî zimanê dayikê bibin û mamoste werin amadekirin, da ku piştre li meteryalên Rêveberiya Xweser bê zêdekirin.
Endama Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Civakî ya Ermen Sare Korkiyan jî da zanîn ku musilmên bi eslê xwe Ermen jî tev li perwerdeyê bûne.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket