Li Haîtîyê 38 kes hatin revandin

Cîhan 11:13 AM - 2022-06-11

Ajansa France-Presse ragihand ku endamên komeke çekdar du otobusên rêwiyan ku 36 rêwî û 2 ajokar tê de bûn, revandin.

Ajansê ji zarê serokê sendîkaya ajokarên herêmî ragihand ku qeza li derketina rojava ya paytexta Haytî, Bourse-au-Prince pêk hatiye. Ji şofêran hatiye gotin ku vê rêyê bikar neynin ji ber ku beşa wê ya du kîlometreyan bi temamî di bin kontrola komên çekdar de ye.
Çavkaniya han ti zaniyariyên din derbarê rewşa qezayê de eşkere nekir.
Ajansa "France Presse" diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî di Gulana borî de zêdetirî 200 revandina mirovan li Haytî tomar kirine, û piraniya wan bi taybetî li Port-au-Prince hatine kirin.
Saziyên Netewên Yekgirtî zêdetir ji carekê ragihandiye ku rewşa ewlekarî û mirovî li Haytî piştî kuştina serokê wî welatî, Jovenel Moise, di 7ê Tîrmeha 2021ê de û erdheja bihêz a Tebaxa 2021ê, ku zêdetir ji 2,2 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, ragihand.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket