Balafira leşkerî ya Urdunê ket xwarê, 2 endam tîmê mirin

Cîhan 12:47 PM - 2022-06-05

Li gor ragihandina Çavkaniyeke leşkerî ya fermî di Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdinê de îro danê sibê, yek ji firokeyên rahênanê yên Hêza Esmanî ya Urdinê (Grob) di dema gera rahênanê de ket xwarê, ku bû sedema ketina wê di erdekî vala de li devera Ramsa li parêzgeha Îrbid li bakurê Urdinê.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku di encama ketina firokeyê de pîlotê bi navê Bilal Meşhûr Ehmed El-Şûfîn û Kaptan Beha Mihemed Mistefa Ebû Xenmî mirin, piştî ku bo nexweşxaneya damezrêner a zanîngeha Şah Ebdulah Yekem hatin veguhestin.


PUKmedia-Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket