Li Kîvê teqîn û li Severodonetsk şer dijware
Cîhan 11:10 AM - 2022-06-05
Şaredarê Kêvê Vitali Klitschko got ku di demjimêrên serê sibê yên Yekşemê de gelek teqînan li paytexta Ukraynayê hejandin, dema ku hêzên Ukraynayê hewl didin ku "kontrola tam" ya bajarê Severodonetsk vegerînin.
Klitschko li ser Telegramê nivîsî: Li navçeyên Darnitsky û Dniprovsky ên paytextê gelek teqîn çêbûn. Beriya niha li piraniya herêmên Ukraynayê, di nav de herêma Kêvê, fîkên hawarê hatin lêdan.
Di vê çarçoveyê de, Oleksandr Stryuk, şaredarê Severodonetsk, bajarê sereke li rojhilatê Ukraynayê ragihand ku hêzên Ukraynayê hewl didin ku "kontrola tam" ya bajêr vegerînin.destnîşan kir jî ku hêzên Rûsyayê "hin serkeftin bi dest xistine" û "karibûn derbasî bajêr bibin û beşeke mezin jê bigrin û bikin du perçe. Lê leşkerên me ji nû ve bi cih bûn û xeteke parastinê ava kirin. Niha em her tiştî dikin da ku kontrola Ukrayna bi tevahî vegerînin" li ser Bajêr.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê pêştir piştrast kir ku yekîneyên leşkerî yên Ukraynayê ji Severodonetskê vekişiyan, piştî ku "di şeran de ziyanên mezin gihandin" û ber bi bajarê cîran Lyschansk çûn.
Stryuk diyar kir: "Rewş gelekî zehmet e. Ji bo ku dijmin ji bajêr derxînin hemû tiştên ku ji destê me derdikeve tê kirin, di heman demê de şerê kolanan berdewam dike.
Wî her wiha got: "Hêzên me yên çekdar piştrast in ku dê biserkevin" di vegerandina kontrola bajêr de.
Armanca ragihandî ya hêzên Rûsî kontrolkirina tevahiya hewza Donbassê ye, ku herêmên Donetsk û Luhansk dihewîne, piştî ku di sala 2014an de beşeke wê ji aliyê cudaxwazên alîgirên Moskowê ve hat kontrolkirin.
PUKmedia/Ajansan
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
11:14 AM - 2024-05-17
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
09:48 PM - 2024-05-16
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
zortrin xwendraw
-
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-17 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
Kurdistan 07:38 PM - 2024-05-17 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
Kurdistan 11:27 AM - 2024-05-17