Herêma Kurdistanê.. Rêjeya başbûna ji Koronayê 430 hezar derbas kir

Tenduristî 10:29 AM - 2022-06-03

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên dawî yên mirina bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê û hejmara başbûn eşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku: “Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên  Koronayê gihîştiye 438 hezar û 235 kesan, li Hewlêrê 139 hezar û 955, li Silêmaniyê 144 hezar û 205, li Duhokê 146 hezar û 317 kes û li Helebçe jî 7 hezar û 758 kes. "
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hejmara kesên ku ji Koronayê sax bûne 430448 kes e, Hewlêrê 137669, li Silêmaniyê 140875, li Dihokê 144399 û li Helebce jî 7505 kesan û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî gihîştiye 7450 kesan. Ji wan 2177 li Hewlêrê, 3178 li Silêmaniyê û 1844 li Duhokê û 251 li Helebçeyê.
Û daxuyaniyê wiha berdewam kir: "337 haletên mayî di bin çavdêriya pizîşkî ya berdewam de ne, 109 li Hewlêrê, 152 li Silêmaniyê, 745 li Duhokê û 2 jî li Helebçe."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket