DAIŞ`ê li Efganistanê 4 teqîn pêk anîn; 16 kes hatin kuştin

Cîhan 01:56 PM - 2022-05-26

Duh di encama 4 teqînên duh êvarê li Efganistanê pêk hatine de, herî kêm 16 kes hatin kuştin û 33 kes birîndar bûn.

Li gorî AFP`ê, berdevkê Polîsên Xwecihî li bajarê Mezar Şerîf ê li bakurê Efganistanê Asif Wezîrî îro got, bombe di 3 otobîsên li taxên cuda yên bajêr de hatibûn bicihkirin.

Her wiha polîs û saziyên tenduristiyê yên Efganistanê daxuyandin ku herî kêm 10 kes hatine kuştin û nêzî 15 kesan birîndar bûne.DAÎŞê hersê teqîn lixwe girtin û got me pêpk anîne.
Li gorî daxuyaniya berdevkê polîsên Kabûlê Xalid Zedran jî, duh derengiya şevê bombeyeke din li mizgeftelî li paytexta Efganistan Kabûlê teqiyaye û di encamê de herî kêm 6 kes hatine kuştin, 18 kes jî birîndar bûne.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket