Artêşa Rûsyayê li Ukraynayê 90 balafirên Bayraktar xistin xwarê

Cîhan 01:07 PM - 2022-05-25

Li gor ragihandina çavkaniyeke Rûsî ku artêşa Rûsyayê nêzî 90 balafirên bêmirov ên Bayraktar ên tirkî li Ukraynayê xistine xwarê û hewl dide hêzên Ukraynayê li du bajarên rojhilat dorpêç bike. Li aliyekî din Çînê banga vekirina korîdorekê kir.
Ajansa RIA Novostî a Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî pêbawer, ragihand ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê ji destpêka destwerdana leşkerî ya li Ukraynayê ve derdora 90 balafirên bêmirov ên Bayraktar ên tirkî xistine xwarê.

Derbarê cezayên aborî yên rojavayî yên li ser Rûsyayê de jî ruxseta giştî ya Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê bi dawî bû ku derfetê dide Rûsyayê deynên derve bide.

Duh wezaretê ragihand ku niyeta wê tune ye ku vê peymanê dereng bixe ku di Adarê de derketiye.
Li ser encamên aborî yên destwerdana Rûsyayê ya li Ukraynayê, wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi di civîneke online ya li gel hempîşeya xwe ya Almanyayê Annalina Birbock de banga avakirina korîdorekê ji bo hinartina xurekê ji Rûsya û Ukraynayê re kir.
Wezareta Karên Derve li ser malpera xwe axaftina Wang Yi belav kir ku dibêje: “Ji ber rewşa heyî, divê civaka navneteweyî alîkariyê bide û agirbest di zûtirîn demê de were ragihandin û korîdorek ji bo hinartina xurekê ji Rûsya û Ukraynayê re bê vekirin.”

Li Ukraynayê jî, hêzên Rûsyayê hewl didin hêzên Ukraynayê li 2 bajarên li rojhilat dorpêç bikin. Li aliyekî din, serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky hişyarî da ku Moskov hewl dide herêma pîşesaziyê ya Donbassê wêran bike.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket