Li Têksasê êrîşa çekdarî: 21 kes mirin, nasnameya kiryar eşkere bû

Cîhan 10:31 AM - 2022-05-25

Li gor ragihandina berpirsan gotin ku çekdarek li dibistanek seretayî li başûrê Têksasê, li Dewletên Yekbûyî, di encama gulbaranekê de 18 xwendekar û sê kes mezin hatin kuştin.

Waliyê Têksasê Greg Abbott diyar kir ku gumanbarê bi navê Salvador Ramos ê 18 salî jî ji aliyê polêsên ku hatin cihê bûyerê hat kuştin û 2 ji wan efseran jî birîndar bûn.
Di konfêranseke rojnamevanî de piştî çend demjimêran piştî bûyerê, Abbott got ku 14 xwendekarên dibistanê tevî mamosteyek hatin kuştin. Lê Senatorê Têksasê Roland Gutierrez paşê ji CNN re got ku jimara kuştiyan gihîştiye 18 xwendekar û sê mezinan.
Abbott di civîneke çapemeniyê de wiha got: "14 xwendekaran di heyama gulbaraneke bi awayekî hovane de mirin ,herweha mamosteyek jî. lê diyare ku ji hêla efserên ku bi bûyerê re mijûl bûne ew êrîşker hatiye kuştin."


PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket