Êrîşeke mezin a Rûsyayê li Lugansk

Cîhan 08:57 AM - 2022-05-22

Ukrayna agirbestê dûr dixe, di heman demê de Rûsyayê êrîşa xwe li ser herêma Donbassê ya rojhilat zêde kir û hinartina gazê ji Fînlenda re rawestand.

Piştî çend hefteyên berxwedanê ji aliyê şervanên dawî yên Ukraynayê ve li bajarê Mariupol ê başûrê rojhilatê stratejîk bi dawî hat, Rûsya dest bi êrîşeke mezin li Lugansk, yek ji du parêzgehên Donbassê kir.
Çekdarên ku Rûsya piştgirîya wan dike berî êrîşa 24ê Sibatê kontrola hin beş Lugansk û herêma Donetsk ya cîran kiribûn, lê Moskow dixwaze dawîn axa mayî ya di bin kontrola Ukraynayê de li Donbassê bigire.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di axaftina xwe ya şevê de got: "Rewşa Donbassê pir dijwar e."
Beriya niha Zelensky ji televizyona xwecihî re gotibû ku her çend şer dê bi xwîn be jî, dawiya dawî dê tenê bi rêya dîplomasiyê were bidestxistin û dagîrkirina axa Ukraynayê dê demkî be.
Şêwirmendê Zelensky, Mikhailo Podolak, red kir ku lihevhatina agirbestê were kirin û got ku Kîv dê ti peymanek bi Moskowê re qebûl neke.
Podolyak ku ji mezintirîn danûstanderkerê Ukranî ye di hevpeyvîna xwe ya li ofîsa serokatiyê ya bi cerdevaniyê de got, "Şer piştî tawîzan ranawestê, dê hinekî bisekine û piştre wê dîsa dest pê bike wê dijwartir û bi xwîntir be  û berfirehtir be jî.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket