Mekteba ragihandina YNKê serê malbata Sefîn xweş kir

Kurdistan 02:24 PM - 2022-05-19

Mekteba YNKê ya Ragihandinê serê malbata Sefîçn Ehmed bi peyamekê xweş kir.

Mekteba ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  ji ber koça dawî ya rojnamevan Sefîn Ehmed behînameyek pêkêş malbata nemir kir û serê wan sax kir.

Ev jî naveroka peyamê ye..
Berêzan, malbat û xwediyên kake Sefîn..
Me bi dileke xemgîn û xembarî nûçeya koça dawî ya rojnamevan Sefîn Ehmed bihîst.
Nemir Sefîn Ehmed rojnamevanekî xemxwer û emekdar û dilsozê mekteba ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bû, koçkirina wî ya dawî, cihê xemgînî û mixabinê ye.

Her bi vê boneya xemgîn, em serxweşiyê li xwe û malbat û xwediyên nemir Sefîn Ehmed dikin û hevbeşa vê xema mezin Xwedayê mezin li kak Sefîn were dilovaniyê û bi beheşta xwe ya berîn şad bike û ev êş êşa herî dawî ji malbatê re be.

Em ya Xwedê ne, emê lê vegerin

Mekteba Ragihandina YNKê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket