Dilê rezîl- Seyran Celad

Wêje û Huner 05:26 PM - 2022-05-15

Roja zimanê zikmakî, zimanê  kurdî li netewa min pîroz be, serbilind bin bi zimanê mey dewlemend û şîrîn, nirxê bidin zerav û devokên me, ez pir firnax û dilşadim ku kurdim û diaxivim bi kurdî.
DILÊ REZÎL
Dilê  rezîl te xêre?
Çol û besta negere,
Bûyî tu bi xwe sere,
Ew hêsîrê vegere.
Şev û rojê nenale,
Çev hêsirva tim şile,
Peyde dibe derd kule,
Dizêrînîy dem, sale.
Dilê rezîl parseke,
Qala evînê neke,
Kenê qest bawar neke,
Rondikê xwe roneke.
Dilê rezîl çi bêjim?
Zirar didîy nabêjm,
Êşê ber kî birêjim?
Bûme wek kerr û gêjim.
Dilê rezîl nefire,
Cêh xwede bisitire,
Beden tera sitare,
Qesrêda xwe veşêre.
Dilê rezîl naheve,
Hergav ji min direve,
Reş dibe çawa şeve,
Reca dikim ku sarve.
Dilê rezîl bengîye,
Sûcê min ber tûneye,
Hêz û qinyat nemaye,
Ruh û cerge şewitye.
Dilê rezîl şalûle,
Distirê wek bilbile,
Kilam gelek melûle,
Dikewgire, dikale.
Dilê rezîl xemdare,
Gazin li ber qedere,
Dide min jan, kedere,
Bûm ez dero-dere.
Dilê rezîl birîne,
Herdem ax û ofîne,
Xewê şîrîn revîne,
Lê tê dengê nalîne.
##Seyran
#Cejinazimanê kurdî pîrozbe

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket