Amadekariyên Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava tê kirin
Jin 05:43 PM - 2022-05-13
Ji bo yekkirina helwestên jinan li dijî êrişên qirkirinê yên Tirk li seranserê Kurdistanê, Kongra Star amadekariya Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava dike. Li gorî komîteya amadekar dê civîn bi beşdarbûna 50 rêxistin û partiyan li dar bikeve.
Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li dijî van êrişan rojane partiyên siyasî û welatî bertekan nîşan didin.
Kongra Star jî amadekariyên lidarxistina civînekê bi navê `Şêwira Jinên Kurd a Rojava` dike. Têkildarî wê endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star û endama komîteya amadekar a civînê Pencewîn Elî ji ajansa ANHA`yê re axivî.
Pencewîn Elî da xuyakirin ku ev civîn bi armanca nîşandana helwesta jinên Kurd li hemberî êrişên Tirkiyêye û got: “Rola jinan di vê pêvajoyê de pir girîng e, bi taybet têkildarî biryarên siyasî ku îro li ser me tên ferzkirin. Mebest ji civînê derxistina helwesta jinên Kurd a li Rojava ye da ku em bikarin destkeftiyên jinan li Kurdistanê bi giştî jî biparêzin.”
Pencewîn Elî got: “Dê civîn bi beşdarbûna 50 rêxistin, partiyên kurdî, hunermend û rewşenbîrên li Rojava bê lidarxistin û bi rêya online jî ew ê tevger û rêxistinên jinan li Kurdistanê û derveyî welat tev lê bibin. Pêşveçûnên siyasî yên li Kurdistanê û nêrîna jinan û helwesta jinan a li hemberî dagirkeriyê dê bên nîqaşkirin.”
Li ser cih û dema civînê jî Pencewîn Elî got: “Civîn dê rojekê li bajarê Qamişlo dewam bike, dîrok û cihê lidarxistinê wê jî di dema pêş de bên ragihandin.”
PUKmedia- ANHA
hewal ziyatr
-
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27 -
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
10:56 AM - 2024-04-27 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26
zêdetir tamaşe bike
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
06:07 PM - 2024-04-27
Du şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê serdana Kormorê bikin
12:59 PM - 2024-04-27
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
10:31 PM - 2024-04-26
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
zortrin xwendraw
-
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-27 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
Kurdistan 05:33 PM - 2024-04-27 -
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
Kurdistan 06:07 PM - 2024-04-27 -
Du şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê serdana Kormorê bikin
Kurdistan 12:59 PM - 2024-04-27 -
Yemen navên kuştî û birîndarên li qada Kormorê eşkere kir
Kurdistan 07:53 PM - 2024-04-27