Merwan Berekat: NEYNIKA REWŞÊ

Wêje û Huner 07:33 PM - 2022-05-09

I
Li erşîfxaneyeke derîreş
Di pirtûkeke lêhêmgirtî de
Min wêneyê du siyasetmedarên cilreş dît
Li ber maseyeke camreş rûniştibûn
                              Dilê min pêrçe dikirin
II
Li avahiyeke bilind
Di odeyeke camkenok de  
Ez bûm mêvanê siyasetmedarekî Emerîkî
Xwerin danî  
Ez gêj bûm
Eniya min li kenarê maseyê ket
Bêhna xwîna zarokên Kurdan
                        Ji xwerina wî dihat
III
Li sînorê Hevgirtina Ewrupayê
Ez çûm nêçîra masiyan
Deryayê pêlên xwe daqurtandibûn
Çengel liviya û min kişand
              Termê şîrmijekî Kurd derket
IIII
LI Rihilata Navîn
Sê komên mirovan agirek vêxistine
Bêhna kirirandinê
Bêfilên ezmên dixetimîne
Hemû cîhan
         Bi şewitandina Kurdan razî ye!
VI
Çar Kurdan
Ji bo yekîtiyê civînek li dar xistin
Cihê, kursî û mase lihevhatî bûn  
Xwerin û vexwerin bê kêmasî bûn
Tilî di hev de hejandin
Pirograma civînê
Bi agirê ezîtiyê
       Di xalîdankê de şewitandin!

09. 05. 2022

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket