Wêne.. Qubad Talebanî serdana nexweşên Talasemiyê dike

Tenduristî 09:45 AM - 2022-05-09

Îro yekşemî 08.05.2022ê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serdana navenda dermankirina Talasemiyê ya bajarê Silêmaniyê kir û ligel malbatên nexweşan civiya û ragihand ku bi hewla pizîşkan û perwerdekirina welatiyan rêjeya nexweşên talasemiyê kêm bûye.

Talebanî di kongirekî rojnamevanî de got, îsal encamên nexweşiya talasemiyê bi taybet li bajarê Silêmaniyê li gorî salên borî kêm bûye û bi saya hewlên pizîşkan û agahdarkirina welatiyan derbarê wê nexweşiyê de, 2-3 pêket îsal hatine tomarkirin û eger haya welatiyan ji talasemiyê hebe her ku zêde bibe dê hejmar kêm bibe.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket