Hewlêr.. Yekem rewşa pêketina bi taya xwînrêjkê hat tomarkirin

Tenduristî 01:21 PM - 2022-05-07

Roja şemiyê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Parêzgariya Hewlêrê tomarkirina yekem pêketa gumanbar a nexweşiya taya xwînrêjî ragihand.

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dilovan Mihemed di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: Îro nexweşxaneya Raperîn a Hewlêrê bi gumana nexweşiya taya xwînrêjkê gihişte wê nexweşiyê û ji bo piştrastkirina vê nexweşiyê jî pişkinînên pêwîst ji bo wê hatin kirin.
Biryare îro Şemiyê Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê encamên pişkinînên yên bi gumana eşkere bike. Wezareta Tenduristiyê ya Federalî tomarkirina 8 mirin ragihandibû ku nîvê wan li parêzgeha Zîqarê ne.
Berdevkê Fermî yê Wezareta Tenduristiyê Seyf El-Bedr di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Vîrûsa xwînrêjiyê li Êraqê ne nû ye û saziyên me li seranserê Êraqê 8 mirin û 40 hpêket tomar kirine ku nîvê wan li parêzgeha Zîqarê."
Wî her wiha got, "Di sala niha de rêjeya vê tayê bi awayekî bilind heye" bang li medyayê kir ku piştgiriyê bidin medyaya tenduristiyê ya Wezareta Tenduristiyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket