Çav zeytûna min Çav etûna min

Wêje û Huner 03:16 PM - 2022-05-06

Çav zeytûna min

Çav etûna min

Çavên te resentiya min e

Bijangên te dilêriya min e

Reşçavên te merdiya min e

Somaçavên te rengê min e

Çav zeytûna min
Çav etûna min

Bejna te xemla jiyanê

Eniya te cewhera giyanê

pêlkên te darên cîhanê

Çav zeytûna min
Çav etûna min

Hestên te dilê min xist ger

Hevdên porê te bûne bager

Êdî bêhna te kete nav ceger

Çav zeytûna min
Çav etûna min

Rondika reşika çavên min

Gupika gulên baxên min

Hêlana hêviyên xewnên min

Çav zeytûna min
Çav etûna min

Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket