Kurdî wek hekemê herî baş ê Hollandayê hat hilbijartin
Werzêş 01:39 PM - 2022-05-03
Hekemê kurd Rizgar Ebdulkerîm di lîga Selwî ya Hollandayê de wek baştirîn hakem hat hilbijartin.
Li gor rojnameyeke Holendî, hakimê kurd Rizgar Ebdulkerîm piştî bidawîhatina werza Selwî ya beşa keçan bo cara duyem wek baştirîn hekem hat hilbijartin.
Rizgar Ebdulkerîm ku xelkê Silêmaniyê ye û 20 sal in li Holandayê niştecih e, di sala 2002an de dest bi hakemê kiriye û pileya bilind di hakemê de wergirtiye, di dema ku berê di Olempîka Basketbolê ya Ewropayê de birêvedibe.
Ji bilî hakemkirina xwe, Ebdulkerîm di asta AC de hakeman diceribîne, û encamên ezmûnê pêşkêşî Yekîtiya Basketbolê ya Hollandayê dike.
Rizgar Ebdulkerîm xwendina bedenî li Peymangeha Mamostayan li Silêmaniyê qedandiye û 5 salan wek mamostayê perwerdeya bedenî li yek ji dibistanan kar kiriye û piştre bawernameya rahêneriya iraqî û hakemê wergirtiye û bi dehan kursan li Holendayê beşdar kiriye. Paşê di hakemê de bawernameya herî bilind girt û di Lîga Basketbolê ya Hollandayê de wek hakemê herî baş hat hilbijartin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
12:02 PM - 2024-05-04 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02 -
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
11:14 AM - 2024-05-02
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil diçe Amerîka
05:42 PM - 2024-05-04
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
04:23 PM - 2024-05-04
Serok Bafil û Helbûsî: Parastina jiyana xelkê û aramkirina welat
06:55 PM - 2024-05-03
Serok BafIl û Sûdanî: Divê qanûn bibin bingeh derbaskirina kêşeyan
04:04 PM - 2024-05-03
zortrin xwendraw
-
Kurdistan û Pêwîstiya Hilbijartinê
Nêrîn 05:27 PM - 2024-05-04 -
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
Kurdistan 12:02 PM - 2024-05-04 -
Serok Bafil diçe Amerîka
Kurdistan 05:42 PM - 2024-05-04 -
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
Kurdistan 04:23 PM - 2024-05-04 -
Şandeke YNKê li Dubey girêbestên çandinî û veberhênanê îmze dike
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-04