Kurdekî Efrînî bû balyozê UNê li Kongoyê

Kurdistan 07:19 PM - 2022-04-26

Xurtekî Kurd ji Efrînê li welatê Kongoyê wek balyozê niyazên pak ê Neteweyên Yekgirtî erkdar bû.
Ew xurtê kurd Haron Reşêd e, ji bajaroka Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê ye ku ev demeke li welatê Konagoyê kar dike û bi xwe li Koyê û Silêmaniyê dimîne û ji ber kar û erkên wî ên mirovî, ew ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ê niyazpakiyê ve wek balyozê wan li welatê Kongoyê hate destnîşan kirin.

Di wê barê de, balyozê niyazpakan ê neteweyên yekbûyî Haron Reşîd ji PUKmedia`yê re ragihand ku li ser pêşniyara rêxistina neteweyên yekbûyî li Kongoyê, ew wek balyozê wan ê niyazpakî bi fermî hate destnîşan kiirn û wê erkên xwe li wî welatî bi cîbike.

Haron Reşîd ji PUKmeida`yê re aşkire kir ku ew ji bajaroka Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê ye ku ev demeke li welatê Konagoyê kar dike û bi xwe li bajarê Koyê û Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dimîne û malbatê wî hîn li bajarê Koyê ne û ji ber kar û erkên wî ên mirovî, ew ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ê niyazpakiyê ve wek balyozê wan li welatê Kongoyê hate destnîşan kirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket