Tenduristî hişyarî dide ji bo derketina pêla 5 yê vîrusê

Tenduristî 10:57 AM - 2022-04-25

Wezareta Tenduristiyê ya Federal  ji ber pabendnebûn û wernegirtina vaksîn, zêdebûna rêjeya pêketiyên vîrusa korone hişyarî da.

Rêvebirê Pêşxistina Tenduristiyê li Wezaretê Heysem El-Obeydî di daxuyaniyeke çapemeniyê de got, "Êraq hîn jî di çarçoveya metirsiyê de ye, ji ber nebûna rêgirtinê û nebaş wergirtina derziyan, wê bi pêla pêncem re rû bi rû be û rewş metirsîdartire û wexta derketina wê jî ne diyare.
Obeydî destnîşan kir ku têsta pcr ji balafirgehan rabû  tenê bawernameya vaksînlêdanê nîşan didin û rêkar kêmtir kirine , amaje bi wê yekê jî kir ku zêdetir ji 10 milyon kes li welêt vaksîn lixwe dane, û daxwaz ji welatiyan dike ku vaksînê lixwe bidin ku li hemû navendên tenduristiyê bidest dikevin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket