Tenduristî li ser ketina pêla pêncemîn a Koronayê hişyarî dide

Tenduristî 01:08 PM - 2022-04-23

Îro Şemiyê Wezareta Tenduristiyê ya Federal hejmara vaksînlêdana jima yekem, duyemîn û sêyemîn  jimartin, di heman demê de pêşbîniya têketina pêla pêncemîn a vîrusê kir .

Rêveberê Tendirustiya Giştî Riyad Ebdulemîr di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Hişyarî li ser zêdebûna pêketiyên bi vîrusa Koronayê hene, tevî hejmara wê ya kêm ji ber nebûna têstan,” û da zanîn ku asta pêketiyan di nav kesên ku têst dikin de zêde bûne û divê ku em rastî pêla 5 yê vîrusê bên .destnîşan kir ku ev pêşbînî ji ber kêmbûna bikaranîna vaksînê ye .

Ebdul Amirî bang li welatiyan kir ku "herin navendên tenduristiyê ji bo wergirtina derziyan an jî jimên mayî yên derzîlêdanê", nêzîkî 10 milyon welatiyên Êraqî hatine derzîkirin, û heta niha ti alozî nehatine tomarkirin, ku ev yek jî selametiya vakslêdanê nîşan dide.
Derbarê hejmara wan kesên ku jima sêyem wergirtine, Ebdulemîr wiha got: "Hejmara kesên ku bi jima sêyem hatine derzîkirin hîn pir kêm e, ji ber ku ji 200 hezarî derbas nebûye, li gorî kesên ku derziya yekem werdigirin. 10 milyon û duyemîn jî 7 milyon welatî bûn."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket