Dr. Kemal Sîdo; Her kesê piştgiriya Tirkiyê bike, ew qet nabe bi kurdperwer

Kurdistan 05:20 PM - 2022-04-19

Dr. Kemal Sîdo di rûpela xwe ya facebookê de dibêje; Ew serkedeyên kurd ku piştgiriya Tirkiyê bikin ne kurdperwer û ne cihê rêzê ne.
Rêveberê Nivîsingeha Rojhilata Navîn ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê Dr. Kemal Sîdo di barê ew serkirdeyên ku piştgiriya operasyonên Tirkiyê li dijî kurdên din dikin wiha got: "Ew serkirdeyên kurd ku piştgiriya operasyonên Tirkiyê liher deverekê dikin û bihaneyên Tirkyê mafdar dibînin, ne cihê rêz û hurmetê ne."
Her weha di heman mijarê de, Rêveberê Nivîsingeha Rojhilata Navîn ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê di dirêjahiya nivîsa xwe de wiha dibêje; "Eger em bixwezin wek mirovan bin, pêwîste ku piştgiriya şerê Tirkiyê li dijî her aliyakî kurdî nekin, çi li Efrîn, Serê Kanî, Girê Spî, Metîna û Zapê û Qendîl be."

Di dawiya axiftina xwe de, Dr. Kemal Seydo aşkire kir ku her kesê piştgiriya dewleta Tirkiyê bike, ew qet nabe bi kurdperwer.

PUKmedia-Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket