Sêlîn a biçûk dest bi wênekêşiyê dike

Wêje û Huner 01:21 PM - 2022-04-15

Sêlîn Ferhan Şêx Meter, keçkeke ji bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye, keçka rêvebira baregeha giştî ya Encûmena Penaberên Kurdê Rojava-Sûriye Zêwa Mihemed Mehmûd Xelef e ku li bajarê Silêmaniyê rûniştîne.
Sêlîn di jiyana xwe de, zarokeke gelek jîr û jêhatî ye, rêkûpêke, ji sîstem û bernamekirina jiyan xwe ya rojene hez dike, herdem di hêviyên pêşketin û bidestxistina encamên pêşengtiyê ye.
Xwediya daxwazên herî li pêş e, di dibistana Cîhan de xwendekare û bi zimanê inglîzî dixwîne û li pêş e. Gelek bi hêviya bidestxistina astên herî baş û neyab e. Xwediya pirensîp û destpêşxeriyên jiyanê ye, ji zarokan derbastir dibe.

Sêlîn keçka Ferhan Hesekê ye ku yek ji wusteyên herî naskirê di karûbarên kaşî û dîkoratên malsazkirinê de ye. Birayekî xwe bi çûk heye bi navê (Can( ku bi Cano an jî Cako tê naskirin û ew jî ji niha ve temaşeyî hunera xwîşka xwe dike tako ew jî dest bi wê karî bike.
Di ber xwendina xwe re, dest bi sazkirin û nîgerkirina taployên wênekêşiyê kiriye û bi evîneke gelek xweşdil xwedî lê derdikeve û xwe dike nava wê hunera xweşik û bedew ku bi baweriyeke pir li pêş xwe di wê warê de pêşeng dibîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket