Bafil Celal Talebanî: Werin em dûrî daxwaziyên siyasî xizmeta xwediyên enfalan bikin

Kurdistan 01:34 PM - 2022-04-14

Bafil Celal Talebanî tekez li ser pêwîstiya qerebûkirina malbatên şehîdên tawanên Enfalê û berdewamkirina hewlên ji bo pênaskirina tawanê weke jenosaydê kir.
Daxuyaniya Bafil Talebanî derbarê boneyê:
Beriya 34 salan gelê me rastî yek ji hovtirîn tawanên dîroka mirovatiyê hat, ku xwîşk û birayên me ji hemû nirxên mirovî û exlaqî bêpar bûn û xwezaya bedew a Kurdistanê wêran bû û gundên me hatin wêrankirin. Operasyonên hatine kirin hewleke qirkirina kurd bû.
Em îro bi xemeke kûr em wê bîranînê bi bîr tînin û duayên me ji şehîdan û kesûkarên wan re berdeeam in. Erkê me hemûyane, dûrî her daxwazeke siyasî, xizmetkirina malbatên şehîdên rêzdar û Enfalê bikin dersek ji bo kûrkirina giyanê pêkvejiyan ji bo parastin û bihêzkirina pêkhateya herêmê.
Ez daxwaz ji hikûmeta Êraqê dikim ku bi erkê xwe rabe û wek mafekî yasayî û destûrî, qerebûkirina malbatên şehîdan bide û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser hewlên xwe yên ji bo komkirina belgeyan berdewam be ku tawana Enfalê wek jenosayd pênase bike.
Silav li giyanê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê
PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket