Xwediyên enfalan daxwaz ji hikûmeta federal dike ku wan qerebû bike

Kurdistan 11:12 AM - 2022-04-14

Malbatên Enfalê yên li rêveberiya Germiyanê di roja bîranîna tawanên Enfalê de çend merasîm lidar xistin û di heman demê de daxwaz ji hikûmeta federal kirin ku wan qerebû bike.

Endama parlemana herêma Germiyê Sirwe Mîran îro Pêncşemê di hevpeyvînekê de ligel PUKmedia`yê ragihand ku malbatên enfalkiriyan li Germiyê merasîmên taybet ji bo bîranîna tawanên Enfalê lidar xistin û li ser gorên şehîdan tacegul hatin danîn, destnîşan kirin ku malbatên enfalkiriyan daxwaz ji hikûmeta federal kirin ku li gorên komî bigerin û daxwaza girtina wan tometbaran û dadgehkirina wan li gor biryara dadgeha tawanan kirin.
Parlamentera Serwa Mîran her wiha got, malbatên enfalkiriyan jî daxwaz dikin ku mûçeyên wan ji bo Bexdayê were veguheztin û wek malbatên şehîdên Êraqê bi wan re were kirin û mûçeyê wan jî bi malbatên şehîdên Saziya Şehîdan re bê kirin, amaje bi wê yekê jî kir ku malbatên enfalkiriyan jî daxwaz ji hikûmeta federal kirine ku di warê aborî û manewî de qerebûkirina wan bide.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket