Enfalkirina Kurdan tawaneke naye ji bîr kirin

Kurdistan 04:26 PM - 2022-04-13

Ev rewşa gelê kurd ê stemlêkirî ye...

Herdem kuştin, lêdan, enfal, kîmiyabaran, topbaran, bombebaran û qirkirina bi komî bi ser de tê encamdan, lê mixabin, aliyên peywendîdar ên navnetewî jî her bêdeng in.

Îro 14 / 4 / 2015`e li bajarê Çemçemal 27 salvegera karesata Enfal tê lidarxistin.

Her sal di rojek weku îro de karesata Enfal a di encamê de ji jin, keç, zarok, mêr û pîr 180 Kurd bê ser û şûnbûn û bi zîndî hatin çal kirin, tê bibîrxistin.

Ev karesat ji aliyê rêjîma Partiya Baas a şovenîst ve bi ser gelê Kurd de pêk hat û  ji  18 / 2/ 1988`an de dest pê kir û ta 6 / 9 / 1988`an birêve çû.
Piştî ewqas stem û zordarî û serkotkirin hîn jî civaka navneteweyî bê denge û tenê temaşevan e.

Ev katjimêr ê şehîdekî Germiyanî Kurdistanî ye û ew pur ê dayîkeke Germiyanî Kurdistanî ye,.

Rêjîma Sedam ê xwînvexwer ê bidarvekirî bi alîkariya çaşên kurd 182000 welatiyn sivîl li biyabana başûrê Êraqê bi xweşî û zndî binax kiriye.

Bila tevahî cîhan li hemberî van wêne û dîmenan kûr û bê çav bibin.

Nefret li danazana mafên mirova ku ji aliyê bêhtir ji 185 welatan ve hatiye wajokrin û morkirin ku yek ji wan wlatan Êraqe her weha Tirkiyê jî ye ku niha

li Efrînê hemû xal û prensîpên danazana mafên mirovan rojane binpê dikin û pêvana mirovahiyê derbas kirine û êdî tişt li holê nema ye...

Sedam Hisên dîktetorê xwînmij ê Êraqê ku di sala 1968`an dem lawê apê xwe tawankar Elî Hesen Mecîd ku piştî kîmyabarankirina Helebçeyê ji aliyê nemir serok Mam Celal ve bi Elî Kîmyawî hat bi navkirin, ji pileya Erîf di artêşa Êraqê de ji bo pîlana jinavbirina gelê kurd bilind kir û hêdî hêdî tako di sala 1987`an de, bi wajoya dîkteorê Êraqê Sedam Hisên, Elî Hesen Mecîd pismaê xwe kir bi hakimê yekemîn û wek desthilata xwe li ser Êraqê desthilat da bi pismamê xwe li Başûrê Kurdistanê.

Her weha dema ku Elî Kîmyawî wek hakimê Başûrê Kurdistanê hat destnîşankirin, projeya jinavbirina gelê kurd li ser sê xalên pir metirsîdar wek pîlannameyke regezperestî şovenîst pîlankirin, ji xwe re kir armanc û dest bi bi cihkirina wa projeya qirkirina regezî bi komî kir li dijî gelê kurd li ser 3 qonaxan kir, bi cî bi cihkirina pîlan û projeya qirkirina gelê kurd bi van 3 qonaxên metirsîdar ên li jêr re derbas bûn.

Hinek helwestên li ser Enfalên ku rêjîma Se4dam Hisên li dijî kurdan pêkaniye li vê raportê bişopînin.

Waşinton bi xemgînî Enfal bi bîr anîn
Di roja 14/4/2018`an, Qunsilxaneya Emrîkî a li Hewlêrê salvegera Enfalan a li dijî Gelê Kurd bi bîr anî.
PUKmedia`yê wêneyek  ji belavokê Qunsiliyê wergirt ku têde digot Rêjîma Sedam Hisên di çarçoveya oparesyona Enfelan de dest bui êrîşekê kir.

Di encamêde bi deh hezaran bêsûc û sivîlên Êraq hatin kuştin û yên din jî birîndar bûn. Îro bi xemgîniyeke mazin em hemû Enfalan bi bîr tînin û tekez kir ku ew dê erkên xwe ji bo venegerîna bûyerên wek vê birjîn in. Belavokê dest nîşan kir ku ew pêşerojeke ewle û Demokratîk ji Êraq ê re dexwaz dike .

Mehdî; Enfal tawaneke bê wêne ye li dijî kurd bû

Share to EmailShare to TelegramShare to ViberShare to WhatsAppShare to TwitterShare to Facebook

Mehdî di salvegera Enfalan de nîgeraniya xwe anî ser ziman û şermezar kir.

Serokwezîrê Êraqê Dr. Adil EbdulMehdî derbarê helwesta xwe ya bi boneya 31`mîn salvegera kokujî û kerseta herî mezin ku li dijî gelê kurd pêkhatiye de wiha got; "Enfal tawaneke bê wêne ye li dijî kurd bû."

Di gotareke serokwezîrê berê yê Êraqê de ku bi navê wî ji aliyê Mehdî Alaq ve di merassîma 31`mîn salvegera keresata Enfalan li navçeya Germiyanê hatiye xwendin, aşkire kir ku Komkujiyên Enfalan bû sedema jinavbirina 182 hezar welatiyên kurd ê bê guneh û beşeke din jî bi darê zorê ji navçeyên wan koçber kir.

Her weah serokwezîr Dr. Adil EbdulMehdî di dirêjahiya gotara xwe de wiha nivîsiye; "Em bi asta xemgînî û komhujiyên ku gelê kurd tê de derbasbûye dizanin û pê dihesin ku ew birîn ti carî nauye dermankirin û ev li ser stuyê me ye ku em tev hewil bidin ku ew gorên bi komî vekin û rufatên qurbaniyan ji bo warê wan yê resen û ji malbatên wan re vegerînin".

Di dawiya gotara xwe de, Mehdî daxwaz kir ku  pir bi lez û berfereh dest bi lêgerîna gorên bi komî bikin takovegerînin bo malbatên wan û xizmetekî baştir ji wan re pêşkêş bikin û spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku xizmetî malbatên Enfalan dikin û xwedî li wan derdikevin.

Mafê mirova; Enfal qirêjtirîn tawane li dijî kurdan

Mafê mirovan ya Êraqê wiha Enfal nirxand; Enfal qirêjtirîn tawane li dijî kurdan pêkhatiye.

Endamê komisyona mafê mirovan ya Êraqê Dr. Besme Mihemed Misetefa kuştin û jinavbirina gelê ku bi riya operasyonên Enfalan qirêjtirîn û metirsîdartiîn tawan ku Sedam Hisên li dijî gelê kurd kiriye nirxand.

Di belavokeke xwe de ku ji bo 31`mîn salvegera tawanên rêjîma Ba`es li dijêî gelê kurd bi navê Enfalê pêkaniye de, Komisyona Mafê Mirovan ya Êraqê ku wêneyek bi dest PUKmedia`yê ketiye tê de hatiye ku rêjîma Sedam Hisên yê tawanbar bi riya operasyonên jinavbirina gelê kurd di bin navê Enfalan ku ji sûretên Quranê bikaraniye û rewa kiriye ku tawanên mezin li dijî gelê kurd bike û bêje ev ji Quranê hatiye.

Di wê belavokê de, Besme Mihemed amaje bi wê yekê kir ku serbarî ku 30 sal bi ser tawanên Enfalan re derbas bû ye, hîn jî gelek ji gelê kurd bi tazybetî malbatên wan kesên ku di operasyonên Enfalan de jinavçûne li benda vegera kesên xwe ne, an jî bi dûv belgeyan digerin tako biselmînin ku çarenivîsa kesên wan çi bi serhatiye.

Serokkomarê berê yê Êraqê  Masûm:Tewana Enfal birîneke di wijdana mirovahiyê de

Serokkomarê berê yê Êraqê Dr. Fuad Masûm bi bona 27 mîn salvegera karesata Enfal peyamek da bû.

Serokkomarê berê ê Êraqê di peyama xwe da xuyakirin ku îro Êraq bi giştî û bi teybet Kurdistan salvegera tewaneke bi êş bibîrtîne, ku ew jî tewana Efale û komkujiya bi ser gelê Kurd de pêk hatî ya yek ji karesatên mezine di dîroka gelê me de, komkujiyeke ku dê herdem di wijdana mirovahiyên de her birînek be.
Serok Masûm wiha pê de çû: Rêjîma dîktetor bi tewana Enfal û êrişa bi ser gelê Kurd e, diyar kir ku çendê zordare û nirxên mirovahiyê bin pê dike û di encama van tewana de bêtirî 180 hezar kes ji jin û mêr, pîr û kal û zarok zîndî hatine çal kirin û di encama kîmyabaran û bombebarana esmanî de bêtirî 4000 gund hatine rûxandin û bi sed hezaran kes jî hatine koçber kirin.

Serokkomar dabû xuya kirn ku dê ev tewan û hemû tewanên rêjîma zordar a têkçûyî encam dane, me bêtir bi sîsteman Demokratîk ve weku hilbijardeyekê girêbidin ku bê wê jiyana siyasî, civakî û ewlehiya civakê pêk nayê.
Serokkomar di dawiya peyama xwe de qurbaniyên Enfal û kesûkarên wan silavkirin û tekez li ser Êraqeke yekgirtî ku di nav biratiyê de jiyan dike kir.

Hozan Efrînî


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket