Tenduristiya Federal komek derman ji Silêmaniyê re dişîne

Tenduristî 01:39 PM - 2022-04-13

Endama Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di Encûmena Nûneran de Dr. Biryar Reşîd razîbûna Wezareta Tendirustiya Federal a ji bo dabînkirina beşeke dermanan bo nexweşxaneyên Silêmaniyê eşkere kir.

Dr.Bryar Reşîd di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku di çarçoveya hewlên fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya ji bo şopandina pêdawîstiyên parêzgeha Silêmaniyê û çareserkirina pirsgirêka kêmbûna dermanan de, roja 12.4.2022an min serdana Wezareta Tenduristiyê kir û bi rêveberê kompaniya Kimadiya Elî El-Beldawî û berpirsê îdarî yê bajarê Pizîşkî yê Bexdayê Hesen El-Temîmî re hevdîtin pêk anî ,û ew bi daxwazên Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê agahdar kirine.
Got jî: di civînê de razîbûna şandina dermanan ji bo nexweşxaneyên Silêmaniyê hat standin û di rojên pêş de dê Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê werbigire û tekez kir, ku nebûna wan dermanan metirsiyê li ser jiyana welatiyan çêdike û daxwaz kir ku, rêgirtin li şandina derman nekin.

PUKmedia / taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket