Hunermendekî Rojavayê Kurdistanê jiyanjidest da

Wêje û Huner 04:07 PM - 2022-04-09

Hunermendekî dîrîn ê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Di wê barê de, hunermendê dêrîn û helbestvanê naskirî DostemHejar ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro roja şemiyê 9-4-2022`an li bajarê Amudê ya ser bi herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê, huneremndê dêrîn Nûrî Can ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, helbestvanê kurd Dostem Hejar wiha pêda çû; Duh hêvarî bi riya çatkirina komê, em û gelek hunermendên din û nemir Nûrî Can jî hebû, me derbarê hunera kurdî û çawaniya pêşketin û parastina hunera kurdî a resen gotûbêj dikir. Nemir Nurî Can gelek jîr ûş jîêhatî bû, malbata wî ji bav û kalan ve her hunermendin û di xebata hunerê de, her li pêş in.

Di dawiya daxuyaniya xwe ji PUKmedia`yê re, hunermend Hejar got: Mixabin ku vê sibê jî, jinîşkava têderket û ji ber kirîza dil, jiyana xwe ji dest da û bi yekcarî em bi cih hîştin. Dilovaniya Xwedê li rewanpakiya hunermendê me ê nemir Nûrî Can be û cihê xwe beheşt be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket