Mamoste û rêberê ronakî Îbrahîm Ehmed

Kurdistan 03:51 PM - 2022-04-08

22 sal berê, ronakbîrê mezin ê Kurd û Kurdistanê ji nav me bar kir. Di wê boneyê de, ji aliyê Bafil Celal Talebanî ve bi peyamekê hat bibîranîn.
Bi boneya salvegera 22mîn ê nivîskar û ronakbîr û siyasetvanê dêrîn ê kurd mamoste Îbrahîm Ehmed ku sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê bû, Bafil Celal Talebanî peyameke taybet bi wê rojê weşand.

Bafil Celal Talebanî di peyama xwe ya 22 saliya koça dawî ya nemir mamoste Îbrahîm Ehmed de, got: Îro salvegera 22 mîn a mamosteyê siyasetê û kurdeyetiyê û çandê û rojnamegeriyê mamoste Îbrahîm Ehmed e.

Di dirêjahiya peyama xwe de, Bafil Celal Talebanî aşkire kir ku mamoste Îbrahîm Ehmed yek ji sembolên siyasî, rêberê tekoşîn û xebatê di sedsaliya berê bû. Hem bi ramanê xwe ya netewîgelek dijayetiya stemkaran kir û di ber wê re, kar û xebatên wêjeyî û çandeyê jî dikir ku di gotarên xwe de, yekrêziya gelê kurd li hemberî neyar û dagîrkeran dikir ku herdem xwedî gotara netewî û nîştimanî bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket