Koçberiya milyonî destanên herî xweş ên têkoşînê ye

Kurdistan 01:39 PM - 2022-03-31

Piştî serhildana gelê Kurdistanê ku di 5/3/2013`an li bajarê Ranyayê destpê kir, çiroska wê serhildanê tevahiya bajarok û navçe û bajarên kurdistanê girte ber xwe û ji Rêjîma jinavçûyî ya Sedam Hisên hate rizgarkirin.

 Gelê kurd rastî koçberkirina komî hatibû, her weha nêzîkî 2 milyon kes roja 31`ê Adarê sala 1991`an bi kom berve sînorên Êraq û Tirkiyê û Êranê ve koç bûn, bi sedan kîlometir di mercên gelekî bi zehmet de meşiyan li ber sermê û birçîbûnê ji zulma diktator jinavçûyî Sedam Hisên reviyan.
Piştî serhildana meha Adarê ya li dijî neheqiya rejîma Baas û azadkirina hemû bajarên Kurdistanê ji aliyê gel û hêzên pêşmerge ve, hêzên hikûmeta Êraqê careke din vegeriyan û bi sed hezaran welatî koçberî deverên çiyayî bûn, ji tirsa tolhildana desthilatdarên Baasê û ji ber serma û şert û mercên dijwar ên xwezayî bi hezaran welatî jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyan piştî destwerdana Neteweyên Yekgirtî û dabînkirina navçeyeke qedexeya esmanî ,welatiyan  dest bi vegera bajar û gundên xwe kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket