Agahiyên dawî ji Şehbayê

Kurdistan 05:15 PM - 2022-03-30

Nûçeya herî dawî ya li ser kesên ku bûne qurbanî di bûyera Şehbayê de.

Dr. Osman Şêx Îsa: Di teqîna li Ehdasê de 2 jinan jiyana xwe ji dest da
Serokê Nexweşxaneya Avrîn Dr. Osman Şêx Îsa daneyên dawîn ên teqîna li Şehbayê eşkere kirin û piştrast kir ku 2 jinan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku ajansa Hawarnwesê weşandiye ku Dr. Osman Şêx Îsa agahiyên nû li ser qurbaniyên buyera Ehdasê ya li Şehbayê parve kirine, navê jinên ku jiyana xwe ji dest daye, wiha ne: Cemîle Osman Mamo (77) û Nizhet Seydo Seydo (45).
Li gorî agahiyên Şêx Îsa dane, navên birîndaran wiha ne:

Fîdan Sebrî Çawîş (40)

Mistefa Çawîş Cindo (52)

Zeyneb Heyder Elo (33)

Mihemed Hisên Mistefa (64)

Ehmed Şêxo Wilo (42)

Xatûn Hesen Hesen (40)

Hemdo Faris Hemdo (50)

Ezîze Ehmed Îsa (52)

Teqîn li avahiya Komîna 7`an a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê di encama teqîna tupa gazê de pêk hatibû.

Her wiha aliyên têkildar hîna xebatên lêpirsînê didomînin.
PUKmedia-Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket