75 salin kurd bê Pêşewa Qazî Mihemed e
Kurdistan 03:47 PM - 2022-03-30
75`mîn salvegera bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed e.
Sibê roja yekşemê 30-3-2019`, 75’mîn salvagera bidarvekirina nemir Pêşewa Qazî Mihemed serokomarê Mihabad a Kurdistan ji aliyê gelê kurd û Kurdistanê ve tê bi bîrxistin..
Bi boneya salvegera roja reş ya ku tê da serkirdeyên Kurdistanê hatine bidarvekirin û tevlî refên pakrewanên kurd û Kurdistanê bûne, di vê rojê bi xemgîn de, em wan pakrewanên xwe bi serfirazî bîr tînin, her weha di salê 30-3-1947 di roja 10’ê Xakelêwe de ku bidarvekirina Pêşewayê Kurd Qazî Mihemed avakerê yekemîn Komara Kurdistanê û hevalên wî hate ragihandin û ji bo gelê Kurd û Kurdistanê wek Roja pakrewanan Hatiye nasîn.
Di rojek ji rojên çileya werzên Kurdistanê de, ango di 22.01.1946, an ku di roja 2ê Rêbendanê de, li Rojhilata Kurdistanê, di meydana Çarçira ya bajarê Mihabadê de, dîroka gelê Kurd ser ji nû ve hat vejandin.
Di wî rojê wek sibê 22-1-1946`an de, Pêşewayê mezin yê gelê Kurd nemir Qazî Muhemed bi amadebûna nûnerên çalak ji her çar aliyên Kurdistanê, di meydana Çarçira yê de, Alaya Rengîn ya neteweyî bi pat û silavan li darxist û damezrandina komara Mahabad ya Kurdistanê ragihand. Mixabin piştî derbasbûna salek û 2 mehan bi ser ragihandina pêngava pîroz, ango di roja 30-3-1047`an de, pêşewayê kurd Qazî Mihemd di meyadana Çarçirayê de hate bidarvekirin.
Dilovaniya Xwedê li rewanpakiya te be û cihê te her beheşta berîn be, gelê kurd bi sedan serkirdeyên wiha zîrek û jêhatî ji dest dane ku tenê ji bo daxwaza çareserkirina doza gelê xwe derketibûn holê, lê mixabin bi awayên hovana ji navbirin.
Jiyannameya rêberê kurd Qazî Mihemed ....
Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900'an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi xanima kurd ya navdar ku yekemîn rêxistina jinan damezrandibû Mîna Qazî re hevjîntî pêkanî bû, her weha yek law bi navê Elî Qazî û heft keçên wî jî hebûn ku evin; Ismet Qazî - Ifet Qazî - Munîr Qazî- Perwîn Qazî - Sud Qazî.
Ew bi xwedi hembêza malbateke kurdperwer û oldar de mezin bû ye û wiha jiyankiriye. Tê gotin ku birayê Seyfulquzat birayê Qazî Mihemed helbestvanekê kurdperwer bû, dikarî alîkar ba bi nemir Qazî Mihemed tako pêngaveke wiha mezin avêt.Lê ji aliyekî din ve jî apê pêşewa Qazî Mihemed Fetah Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930'an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27 -
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
10:56 AM - 2024-04-27 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:44 AM - 2024-04-29 Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
03:39 PM - 2024-04-28
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
11:37 AM - 2024-04-28
71 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
11:22 AM - 2024-04-28
Yemen navên kuştî û birîndarên li qada Kormorê eşkere kir
07:53 PM - 2024-04-27
zortrin xwendraw
-
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
Kurdistan 12:22 PM - 2024-04-28 -
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
Kurdistan 11:37 AM - 2024-04-28 -
71 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Kurdistan 11:22 AM - 2024-04-28 -
Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
Kurdistan 03:39 PM - 2024-04-28 -
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
Kurdistan 09:44 AM - 2024-04-29