Seyran derbarê Çerkez Reş de dinivîse
Wêje û Huner 11:02 AM - 2022-03-21
Her carê gava helbestên fîlasofê me ÇERKEZÊ REŞ dixwûnim,
Her car jî helbestekî nû ez vedhûnim,
Bandora wî wisay mezine, wisay kûr tesîrê dihêle ser min,
Ku temamya rojê difikirim dora xet û gotinên wî,
Ez tevî xwe, fikir û xeberên fîlasofê mezin dikevim pirs û bersîvê,
Gelo bi vê rêzên xweşik çi xwestye bêje?
Gelo mehna vê peyva nenas çîye?
Carna jî ez texmîn dikim ku ew hê zindîye, xwezil...
Xwezil min carekê Şayîrê mezin bidîta,
Xwezila xwe wan kesa tînim kê ku bi nas bûye keseyatya wîra,
Xwezil wan kesara kê ku şagirtên wî bûne,
Heger Xwedê temanekî dirêj bida helbestvanê me,
Yanê jî yên wek wî, dihe kes(zêde nabêjim) di nava netewa meda hebane,
Emê bibana xwedyê welatekî aza û serbixwe...
Bi rêzdarî bîr tînim
##Seyran
HELALA ŞEYÎR GAZNÊ XWE DIKE
Gundî-malîno, ev çi şipûk bû,
Ev çi agir bû-ez qertel ketimê,
Qey bêy qurnekê vir pêşda bûk bûm,
Çend qurne pêjda-delalya inê.
Hûnê lomana min nekin, xûşkno,
Ya hatîye serê min ewda Xwedê,
Bira qe neyê serê gurano,
Ew jî guneye ruhbere erdê.
Ax, ez qîzeke xişîm bûm, nezan,
Min tirê teyrê Xwedêye şayîr,
Roja wî eyde, sîanet, ramûsan,
Destlihevxistin, maşêtok şayî!
Lê min nizanbû, wekî pêşê wî,
Ê medenkola jî girantire,
Ku ber textê xwe ew qûle, sêwî,
Çev dimaşîne û diçerçire!
Çaxê xeber û xet jê direvin,
Bira ser kevir-kuçikadabe herk,
Tirsa newêrim ber çeva kevim,
Min hesab dike sebeb û neheq.
Kê haj pê heye! Sal tê salê ez
Kirasê mera pêra davêjim,
Qaşxûnbûyîme ji roja dilbezim,
Berbi kizî-nazîê wî herk dibezim.
Ser arxana ruh dibime sîber,
Qey bêjî wira diqijle kirgût,
Xwedê ku hezkir û bîn hate ber,
Îdî danaxwe ber Rebê pirûd.
Xwerinê germke rojê hevt cara,
Ber bigere, ku tehmke qe na wê,
Lê ew dûdide topê ciğara,
Weldigerîne fîncanê qawê!
Xelq ketye derdê mal-halê dinê,
Ew dibê:- Dilê min tijî dure,
Malê der herro tê xapandinê,
Dibê:- Tişt nake, xwîna min gure!
Zanim-sêrîda buhurtî nîbû,
Bi çi fenda jî xwe kivşke sofî,
Dibên:- Ruhdarbûn tûne bêy ardû,
Dibexşînimê bi qelpê safî!
Ji warê min jî kêm nabe tema,
Tu û qeymexê hub-hesînê tîr,
Du bermal şabûn hûdikne xema,
Lê reca dikim-her nebine şayîr!
Xewa şeva jî li min bûye qar,
Nobederim ez, jêra qerewil,
Xwîşka remême, carî xizmetkar,
Feda dixweze sineta kawil!
Ya dil havêjî min dike paşê,
Û ya xwezya xwe bextê min tîne,
Bira atara minbe... Şev razê,
Sibê mêrê xwe şayîr bibîne!
ÇERKEZÊ REŞ
Ji tîpê kirilî vergerand Seyrana Celad
Ji pirtûka Şoreşa Xebera
hewal ziyatr
-
Em difikirin ku PDK Dadgeha Federal wekî meclîs dibîne
12:35 PM - 2024-05-07 -
Terorîstek tê girtin
11:15 AM - 2024-05-07 -
YNK ji bo 2 salan parêzgariya Kerkûkê razî nabe lê PDK razî ye
09:47 PM - 2024-05-06 -
Li Silêmanî û Helebce 2 emîr û 5 terorîst hatin girtin
09:37 PM - 2024-05-06
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 10:49 PM - 2024-05-07 Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
10:07 PM - 2024-05-07
Serok Bafil li Washington: Em ber bi herêmek demokrattir ve diçin
08:31 PM - 2024-05-07
Li Kurdistanê qanûnên nezelal ji bo bêdengkirina rojnamevanan
05:00 PM - 2024-05-07
YNKê li dijî giliya Mesrûr Barzanî serî li Dadgeha Federalî da
02:47 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Washington: Em ber bi herêmek demokrattir ve diçin
Kurdistan 08:31 PM - 2024-05-07 -
YNKê li dijî giliya Mesrûr Barzanî serî li Dadgeha Federalî da
Kurdistan 02:47 PM - 2024-05-07 -
Komîsyon: Nimûneyên pusûleyên dengdanê yên giştî û taybet hene
Kurdistan 11:10 AM - 2024-05-07 -
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
Kurdistan 10:49 PM - 2024-05-07 -
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
Kurdistan 10:07 PM - 2024-05-07 -
Terorîstek tê girtin
Kurdistan 11:15 AM - 2024-05-07 -
Em difikirin ku PDK Dadgeha Federal wekî meclîs dibîne
Kurdistan 12:35 PM - 2024-05-07 -
Li Kurdistanê qanûnên nezelal ji bo bêdengkirina rojnamevanan
Kurdistan 05:00 PM - 2024-05-07