Dara Zeytûnê sêwî maye

Qirkirin 04:50 PM - 2022-03-18


Efrîna min tu sêwî maye
Mala min tu tenê maye
Jîna min tu xemgîn maye
Em ji te dûrketin
Em ji te derketin
Em ji te reviyan
Em ji te heliyan
Dilê min bibore li me
Kela min binêre li me
Vîna min nexeyde li me
Min bîriya te pir kirî
Min navê te li ber kirî
Min bêhna gulên te kirî  
ji dest me neçe
Hizra min ji bîrê me neçe
Ala min ji ber me neçe
Lêlûn û Hawar ên tene

Lê mixabin ji dîrokê re

Zeytûna me sêwî maye

Hejîrê me bê kes maye

Çiyayên me bê dar mane

Bajarên me bê gel mane

Nefret li te be ey dîrok

Mirin li te be ey felek

Hozan Efrînî

18-3-2022

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket