Peyama politburoya YNKê bi boneya 8ê Adarê
Kurdistan 05:01 PM - 2022-03-08
Peyama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi boneya 8ê Adarê ya Roja Jinan a Navnetewî.
Bi boneya roja jinan a navnetewî, îro roja sêşemê 8-3-2022`an, politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Bi boneya salvegera roja 8ê Adarê germtirîn pîrozbahiyan li ciwan û jinên xweragirê Kurdistanê dikin ku serbarî wê yekê ku tawanên kuştina jinê jî serhildaye gelek mixabin ku bû ye diyardeyeke nerewa û em ji bo bidestxistina maf û azadiya wan jinan di xebat û tekoşînê de her berdewam in.
Em dixwazin ku wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi bîra hemû aliyan bihêin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê her di destpêka kar û xebat û tekoşîna xwe de, jin ji tekoşîn û xebatên xwe dûrexistbû û dabran nekiribû. Ne ji xebatê siyasî û ne jî sivîlî û ne jî her tekoşînek be û hemû aliyên jiyana civakî de beşdarbûne û zemîn xweşkir tako Yekîtiya Jinan a Kurdistanê da damezrandin û li piştî destpêkirina raperînê jî, jinan dikanîn bêhtir rastiya xwe di nava rêxistin û çalakiyan de bidin selmandin û dakokî li maf û azadiyên xwe bikin.
Ji ber wê jî, serok Mam Celal jî herdem piştgiriya jinan dikir ji ber wê jî, di sala 2002`an de herdu biryarên yasayî 59-62 ku taybet bûn bi rêgirtin li jinanînê û ji bo derbarê kojerên jinan de bû.
Her ji bilî wê jî, jin bi sayê Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê beşdarî li kar û xebat û û navendên û çiqas navendên hikûmî û rêxistinî bûn û serbarê wê jî, mixabin ku îro binpêkirina maf û azadiyên jinê berferehtir dibin û bi navê cuda kiryarên tirsinek û gelek xerapî bi derheqê jinan dibin.
Di dawiyê de, careke din em germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû jinan dikin û piştgirê çespandina xwestek û mafên jinan in ku dadkokî li mafên xwe bikin û piştîvaniya me ji jinan re dupat dikin.
Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê
8-3-2022
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
11:14 AM - 2024-05-17
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
09:48 PM - 2024-05-16
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
zortrin xwendraw
-
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-17 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
Kurdistan 07:38 PM - 2024-05-17 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
Kurdistan 11:27 AM - 2024-05-17