​​​​​​​Desteya Perwerdeyê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir

Perwerde 11:42 AM - 2022-02-21

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya navneteweyî "Roja Zimanê Dayikê" daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
”Desteya Perwerdeyê tevayî gelên cîhanê, bi taybetî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya navneteweyî pîroz dike.

Ji bo parastin û bihêzkirina civakeke pirzimanî û pirçandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji ber ku ziman hîmê bingehîn ê hebûna civakan e û girîngiya bidestxistina zanist û heşînkirina kesayeta zarokan a civakî û çandî ye, Desteya Perwerdeyê pergala perwerdeya pirzimanî didomîne. Di heman demê de bang li rêxistinên navneteweyî dike ku li rêgezên xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin yekemîn ezmûn a pergala perwerdeya pirzimanî li Rojhilata Navîn.”


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket