Yekem car.. vekirina pêşangeha Êranê li Kerkûkê

Hemareng 02:05 PM - 2022-02-11

Çalakiyên pêşangeha Êranî ya hunerên destî, bi beşdariya hunermendên hin bajarên ÊÎranê, roja Pêncşemê li “Center Time” li Rehîm Awa a bajarê Kerkûkê hat vekirin û dê deh rojan berdewam bike.

Berprsa rasterast a pêşangehê Şubo Mistefa ji PUKmedia`yê re ragihand: Bêhtirî bîst pîşekarên ji Rojhilatê Kurdistanê di pêşangehê de beşdar in, ku yekem pêşangeh e li Kerkûkê ye û amaje bi wê yekê jî kir, ku beşdarên pêşangehê pispor in di warê huner û hunerên destan de. alavên malê û herwiha berhemên ku piraniya wan folklorî ne, piraniya hunermendên beşdar ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne wek “Kermaşan, Sunne, Îsfehan, Zencan, Qum, Tehran, Kirman, Meşhed” û bajarên din ên Êranê ne.
Ji aliyê xwe ve Wehîd Moradî yek ji beşdarên pêşangehê, ku xelkê bajarê Kirmaşanê yê Êranê ye, ji PUKmedia`yê re ragihand: Amûrên folklora Kurdî wek mase, tembûr û yên din nîşan didin û kêfxweşiya xwe nîşan didin ji bo lidarxistina vê pêşangehê li bajarê Kerkûkê, amaje bi wê yekê kir ku wan pêşangehên berê yên berhemên xwe li bajarên Silêmanî û Hewlêrê li dar xistine.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket