Heyva Sor a Kurd: Herêm ber bi pêla pêncemîn a vîrûsa Koronayê ve diçe
Kurdistan 11:55 AM - 2022-02-10
Berpirsê Odeya Emeliyatan a Heyva Sor a Kurd diyar kir ku bi bilindbûna rêjeya pêketiyên vîrûsa Koronayê, tê texmînkirin ku herêm derbasî pêla pêncemîn a vîrûsê dibe. Her wiha bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir bi rênimayên tenduristiyê pabend bin.
Piştî derbasbûna çend hefteyan ji sala 2022`an, hejmara pêketiyên Korona (Covid-19) li deverê zêde bû. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 10`ê Çileyê heta 7`ê Sibatê ve 251 pêket hatine tomar kirin, 6 jiyana xwe ji dest dane.
Destnîşan hat kirin ku belavbûna pêla pêncemîn ji pêlên beriya bileztir e ,lê di nav nexweşxaneyan de ti hejmareke wusa mezin yê nexweşan tune ne. herweha heta niha nayê zanîn ku ka ew cura nûh Omicron e ya na, ji ber ku taqîgehên taybet bi naskirina cureyê vîrûsan li deverê tune ne.
Di 9`ê Sibatê de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku tevî hebûna vaksînê, nîv mîlyon kes heta niha bi cureya Omicron jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha bûye 37 hezar û 660 nexweş, ji vê hejmarê hezar û 526 nexweş jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 525 jî baş bûne.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Rêxistina Rojnamegeran: Şakar Star li ser daxwaza dozgeriyê hat girtin
04:40 PM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:10 PM - 2024-05-20 Talebanî ji Balyozê Kuweytê re: Bila pêwendiyên bazirganî bihêztir bikin
YNK û Partiya Da'we: Pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê bên rêxistinkirin
06:58 PM - 2024-05-20
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
12:21 PM - 2024-05-20
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
YNK û Partiya Da'we: Pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê bên rêxistinkirin
Kurdistan 06:58 PM - 2024-05-20 -
Rêxistina Rojnamegeran: Şakar Star li ser daxwaza dozgeriyê hat girtin
Kurdistan 04:40 PM - 2024-05-20 -
Talebanî ji Balyozê Kuweytê re: Bila pêwendiyên bazirganî bihêztir bikin
Kurdistan 09:10 PM - 2024-05-20