Di Festîvala Fecrê ya Navdewletî de pêşandana şanoya Kurdî ya El-Kerasî

Wêje û Huner 12:13 PM - 2022-02-09

Koma Şanoya Hawarê ku nûneratiya Êraq û Kerkûkê dike, di Festîvala Şanoya Navdewletî ya Fecrê de li Tehranê, şanoya Kurdî ( Kursiyan ) bi derhêneriya hunermend Nijad Necm pêşkêş kir.

  Derhênerê şanoyê Nijad Necm ji PUKmedia`yê re ragihand ku bi amadebûna balyozê Êraqê, konsulê Êraqê li Êranê, berpirsê şanoyê di Wezareta Rewşenbîrî ya Êran de, berpirsê Festîvala Navdewletî û gelek temaşevanan, şanoya "Kursiyan" ji aliyê Koma Şanoya Hawarê ve hat pêşandan û spasiya erkên ku piştevaniya komê kirine kir , di serete de dezgeha Mam ya mirovahiyê , herweha piştgiriya berpirsê navenda rêxistinên Kerkûkê Rewand Mille Mehmûd û Rîda El-Hac Faêq Berpirsê Beşa Werzîşê li navendê.
Hêjayî gotinê ye ku hunermendên ku di şanoya “ Kursiyan ” de cih girtine, Hewar Faris, Honer Şewqî, Selam Zengena, Hadî Cuwanroyî û Mustefa Bekir in.

PUKmedia Kerkûk / Rizgar Şwanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket