Festîvala Navdewletî ya El-Xal li Silêmaniyê dest pê kir

Hemareng 11:07 AM - 2022-02-09

Êvariya Sêşemê, bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên olî û xwendevanên Quranê ji welatên Êran, Misir û Êraqê, li bajarê Silêmaniyê, paytexta çand û hunerê, çalakiyên festîvala navdewletî ya El-Xal dest pê kir, û dê du rojan berdewam bike.

Rêvebirê Rêxistina Çalakiyên Ciwanan Tuwana Xesro ji PUKmedia`yê re ragihand, çalakiyên Xal yê cîhanî bo xwendina Quranê bi beşdariya welatên Êran, Misir û Herêma Kurdistanê dest pê kir. bi amadebûna Dr. Şêx Mihemed Ratib El-Nebulsî û hejmarek ji kesayetiyên olî, û ev festîval daxwaza girêdana bi ol û perwerdehiya îslamî dike.
Şêx Mihemed Ratib El-Nebulsî bi xêrhatina festîvalê kir û ji PUKmedia`yê re ragihand ku ez kêfxweş im ku beşdarî festîvalê bibim, ku peyama hezkirin û xêrê ye ji bo hemû gelan, û vexwendineke ji bo liberkirina Qurana pîroz û hînkirina rêbaz û zargotina wê bi xwendinê. Xwendin û belavkirina çanda olî ku çavkaniya jiyana mirovan e, banga yekitiya gotinê û belavkirina aştiyê li hemû cîhanê dike."

PUKmedia Ednan Caf

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket