Zarokê Mexribî Reyan koça dawî kir

Hemareng 09:36 AM - 2022-02-06

Roja şemiyê bi daxuyaniyeke fermî, mirina zarokê Mexribî Rayan ku beriya 5 rojan ketibû bîrê  , hat ragihandin.

Tîma rizgarkirinê piştî 5 roj ji erk û kar karîn Reyan ji wê bîrê kûr ku li derdora bajarê Şifşawnê ye derxin. kûrahiya bîrê 30 metre , dilxwazin tenê karîbûn tenê heta 20 metreyan dakevin ,ji ber wê yekê planeke din dan dest pê kirin.
Roja Şemiyê 5-2-2022`an, tîma rizgarkirinê karîn Reyan ji bîrê derxin ku ji roja Sêşemê de têde bû û yekser ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin ,ji ber ku amadekariyên rizgarkirinê ji tîma tenduristiyê û firokeyek ji bo veguhestina Reyan piştî derxistina ji bîrê hatibû standin.
Hêjay bîrxistinê ye ku Reyan ketibû roja 5 ku bê xwarin û vexwerinê maye, lê bavê wî gotibû ku di wê kûrahiyê de hinek av vexweriye, lê mixabin ku piştî hat derxistin jiyan ji dest da.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket